Li Diyarbekirê pêşangeha "La Hewle” li dar ket

 

Walî Munîr Karaloglu:

"Li Diyarbekirê em ê xebatên der barê hunera tizbiyan de piştgiriyê lê bikin, ev hunerên mînanî vê ji raboriyê ji me re mane û em ê wan derxin pêş.”

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, pêşangeha tizbiyan “La Hewle” ku li Diyarbekirê di encama kedeke mezin de derdikeve pêş û bi motîvên Osmanî û Mewlewî hatiye xemilandin, vekir.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî di çarçoveya “Serdema Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran” de xebatên xwe didomîne.

Pêşangeha tizbiyan “La Hewle” li Pirtûkxaneya Berhemên Nivîskî ya li nav Mizgefta Mezin ji koleksiyona Mahîr Turaner pêk tê.

Di pêşangehê de, nimûneyên nayab ên hunera tizbiyan hene, tizbî ji kereseyê cuda hatien çêkirin û li ser wan neqşên Osmanî û Mewlewî hene.

Walî Karaloglu di vekirina pêşangehê de axivî û got ku tizbî yek ji hunera herî delal a îslamê ye û nîşana şukir, hemd û sebrê ne.

Karaloglu diyar kir ku diyarîkirina tizbîyan nîşaneya dostanîyê ye û weha axivî:

 “Mahîr Turaner li Diyarbekirê dijî û li ser astê Tirkiyeyê yek ji koleksîyonerê herî giring ê tizbîyan e. Em ê vê pêşangeha ji berhemên wî yên nayab pêk têt ji bo tizbîhezan vekin. Înşelleh em ê vê bikin kevneşopek û her hefteya dawîn a Remezanê bidomînin. Çimkî Diyarbekirê çandeke giring a tizbîyan heye. Li ber deriyên mizgeftan, li nav sûkên berê bazarên tizbîyan dihatine kirin, mirovan tizbî diyarî hevdu dikirin, îro em ji bo yadkirina vê kevneşopê vê pêşangehê vedikin. Li Diyarbekirê em ê xebatên der barê hunera tizbiyan de piştgiriyê lê bikin, ev hunerên mînanî vê ji raboriyê ji me re mane û em ê wan derxin pêş.”

Karaloglu got bila pêşangeh li ser xêrê be û bang li welatiyan kir ku li pêşangehê bigerin.  

Tê zanîn ku pêşangeh dê heta 7ê gulanê vekirî bimîne.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31