Print this page

Cejnê 24 hezar kesî serdana “Pêşangeha Cezerî” kir

 

 

Pêşangeha “Makîneyên Nuwaze yên El Cezerî” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate lidarxistin di maweyê Cejna Remezanê de 24 hezar mêvan pêşwazî kirin.

Pêşangeha Ek Cezerî di 24ê Adarê de li Birca Keçkê hate vekirin û tê de 25 berhemên protîp hatin pêşandan. Pêşangeh rastî eleqeyeke germ a welatiyan hat. 

350 hezar kes li pêşangehê gerîya

Pêşangeh, bû cîgeha turîstên biyanî û xwecihî. Ji roja pêşangeh hate vekirin û pê de 350 mêvanan serdana wê kir û tenê di cejna Remezanê de 24 hezar mêvanan rû li pêşangehê kir. 

Di pêşangehê de rêberên geştûguzarê yên Şaredariya Bajarê Mezin behsa makînekên El Cezerî ji mêvanan kir û ji wan re ragihand ku kengî, li ku hatine çêkirin.

“Berê mêvanan dide Diyarbekirê”

Evren Ozilhan ji Erziromê bo mêvanî hatiye Diyarbekirê û serdana pêşangehê kiriye bal kişand ser giringiya pêşangehên bi vî rengî. 

Ozilhan diyar kir ku pêşangehê tevkarî bi turîzmê re heye û weha axivî:

 “Pêşangehên weha piranî li bajarên rojava birêve diçûn lê niha li Diyarbekirê çêdibe, ev tiştekî gelek baş e. Bi saya van pêşangehan turîstên biyanî û xwecihî berê xwe didin Diyarbekirê. Heçî ev pêşangeh li Diyarbekirê li dar xistiye hezar car mala wan ava be.”

Berfîn Ersonmez bi hevalên xwe re hatiye pêşangehê, got ku ev pêşangeheka balkêş e.

 “Ersonmez weha got, “Rastî ez ewilê navê El Cezerî dibihîzim û ez cara pêşîn têm vir. Ji van makîneyên wî herî pir saetê bala min kişand. Ev ji bo min tiştekî nû bû.”

Abdullah Kaya ji Entabê bi malbata xwe re bo geryanê hatiye Diyarbekirê got ku ew gelekî memnûn e ku pêşangeheke weha bêpere tê lidarxistin.

Kaya, weha axivî:

 “Berê min ev pêşangeh li Stenbolê dîtibû. Niha li vir derkete pêşiya min û bi awayekî belaş ez li pêşangehê gerîyam. Pêşkêşkirina pêşangehê gelekî baş bû, ez jê memnûn bûm.”

“Pêşangeh bo xwendekaran baş e”

Yagmur Çelebî 12 salî ye û got ku vê pêşangehê gelek mifayê xwe bo xwendekaran heye.

Çelebî, weha axivî:

 “Ji pêşangehê ez têgihîştim ku El Cezerî yekî pir biaqil bûye. Makîneyên wî piranî li ser saetan û li ser zemanî bûne. Hema bêje min hemû makîneyên di pêşangehê de venêrtin. Der barê wan de agahî wergirtin.”

Pêşangeha El Cezerî dê heta 18ê gulana 2022ê vekirî be.