Rêyên bajêr têne nûkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li ser bulvar û cadeyên sereke yên bajêr xebatên nûkirinê dimeşîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, di sezona asfaltê ya sala 2022ê de li navenda bajêr ji bo barê trafîkê siviktir bike cadeyên peritî nû dike.

Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo rêyên xweş û duryanên bê pirsgirêk xebateke bi canxiroşane dimeşîne.

Ekîb li navçeya Peyasê li ser bulvara Diclekent, cadeyên Musa Anter, Tekel, Yilmaz Guney, Tekel û Mastfiroş 26 ton asfalt darêt, ev rê 6,5 kîlometir dirêj in.

Piştî ku Serokatiya Daîreya Veguhastinê xîçikên rê tekûz kirin cade dîsa xistin ber xizmeta welatiyan.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo hatûçûneke ewletir ya bêrawestan li navenda bajêr û navçeyan xebatên vedana rêyên nû û qîrkirina rêyan didomîne.