Walî Su, ligel zarokan dar çandin

 

 

Walî Su: “Jîngeheke têr tesel, hawirdoreke hêşîn ji bo jiyana tendurist giring e”

Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, bi boneya helkefta 1-7ê G-Hezîranê Hefteya Jîngehê ligel zarokan ajarên daran daçikandin erdê.

Walî Su, li cihê stadyuma berê ya Diyarbekirê ku li navçeya Yenîşehrê ye û Baxçeyê Miletê lê têt avakirin bi xwendekarên dibistanê re ajar li erdê daçikilandin û av dan.

Walî Su, der barê çalakiyan de daxuyanî dan û got, Baxçeyên Miletî di warê pêşketina hişmendiya jîngehparêziyê de pir baş in û şênî jê sûdê werdigirin.

Walî Su, got ji bo deverên hêşîn zêdetir bibin çandina ajaran gelek giring e û weha axivî:

 “Jîngeheke têr tesel, hawirdoreke hêşîn ji bo tenduristiyê pir mifayê xwe heye. Ez roja jîngehê pîroz dikim. Vê hefteyê dê hin bernameyên me hebin. Dê bernameyên bo zarokan û meşên me hebin. Înşelleh bi saya van helkeftan hişmendiya jîngehparêziyê pêl bikeve. Bila roja jîngehê li welatiyan pîroz be.”

Di van helkeftan de 1200 dar û 300 hezar dirext dê bêne çandin.

Di bernameyê de, Qeymaqamê Yenîşehrê Murat Beşikçi, Midûrê Guherîna Kêşhewayê û Jîngeh û Bajarvaniyê Ufuk Nurullah Bilgin, nûnerên saziyên civakî amade bû.