Zarokan paqijîya hawirdorê kir

 

 

Zarokên Diyarbekirî bi mebesta piştgiriya bi projeya “Diyarbekira Herî Paqij” re li Sumerparkê paqijiya hawirdorê pêk anî.

Di çarçoveya projeya Diyarbekira Herî Paqij a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatiye detspêkirin de xebatên plankirî tên meşandin. 

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê û Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi mebesta hişmendiya jîngehê li hişê zarokan biçîne û hayê wan bi rewşê serwext bibe projeya “Diyarbekira Herî Paqij” pêk anî.

Zarokên 4-6 salî yên di krêşên bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de perwerde dibin, li parka Sumerparkê kaxiz, pet şîşe, cam şîşe û derbank kom kirin û xistin tûrikên gilêşan.

Çopên hatine vêkdan, bi wesayitên aydê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ve ji bo berterefkirinê bo bazgeha sergoyan hatin guhastin.

Di dawiya helkeftê 1000 derbankên şîn ên berhevbûyî radestî ekîbên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê hate kirin.

Berhevkirin li gorî rêgezên hîjyenê hate kirin û zarokan der barê paqijiya hawirdorê de peyamên hestyariyê dan.

Piştî paqijiyê zarokan, perperok, pirtûkdank, guldank û tiştên dî ku ji bermayên sergoyan çêkirine li Sumerparkê pêşan dan.

“Bila mezin ji me re bibin nimûne”

Erva Hatipoglu xwendekar e, got ku wan bi berhevkirina sergoyên Sumerparkê hawirdor paqij kiriye û fêrî parastin û paqijiya jîngehê bûne.

Mîr Ahmed Koçak jî diyar kir ku wan sergo ji bo veberanînê berhev kirine û got, “Ji bo jîngehê û dinyayeke paqij bila mezin ji me re bibin nimûne.”

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31