Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka binesaziya navçeya Pîranê projeyek ligel ÎLBANKê bi pêş xist û dest bi çêkirina “Dezgehê Parzinandina Avê” dike.
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, bi mebesta parastina serçaviyên ava binererdê û kaniyên ava vexwarinê dezgehên parzinandina ava şêlavî çêdike.
DÎSKÎyê ji bo çareserkirina pirsgirêka binesaziya Pîranê zend û bend şidandin û dezgehê parzinandina avê ku dê pirsgirêka binesaziyê heta sala 2056ê çareser bike, îhale kir. Piştî diyarkirina cihî dê kar dest pê bike.
Bi projeyê Şetê Dîjleyê têt parastin
Dezgehê parzinandinê ji bo bergiriya li ava şêlavê ku ji bo jiyana giyaneweran xetere ye gelek giringiya xwe heye û bi saya wê Şetê Dîjleyê têt parastin.
Bi pêşxistina vê projeyê re ava qirêj têt deşarj kirine û zeviyên çandinê li gemarê tên parastin.