Walî Su, kelepûlê sporê belav kir

 

Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, beşdarî merasîma belavkirina kelûpelê sporê ku li dibistanên spora havînê ya Şaredariya Bajarê Mezin li xwendekaran hate belavkirin, bû

Walî Su:

“Ji nav birayên me yên fêrî avjeniyê dibin jî dê şampiyonê Tirkiyeyê, şampîyonên navneteweyî derkevin. Ew ê welatê me, miletê me temsil bikin.”

Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, kelûpelê sporê ku li xwendekarên ku dibistanên spora havînê ya Şaredariya Bajarê Mezin rahênanan dikin, belav kir.

Ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ve ji bo xwendekar havîna xwe bikêr derbas bikin kursa melevaniyan hatiye vekirin.

Walî Su, serdana xwendekarên li Melevangeha li Tokî Şilbe ya li Seyrantepe ya Şaredariya Bajarê Mezin rahênanê dikin, kir û bi wan re mijûl bû.   

Walî Su, di merasîma belavkirina kelûpelê sporê ya li vir de axivî û got, spora melevanîyan ji bo tenduristiya gelekî baş e.

Walî Su, diyar kir ku gelek mifayê avjeniyê li tenduristiya xwendekaran heye û weha axivî:

 “Seriyê saxlem li ser laşê saxlem e. Werzîşa melevaniyan jî bi rastî jî ji bo tenduristiya mirovan gelekî mifayê xwe heye. Ev werzîş her masûlke û reha laşê mirov dilebikîne. Lewra jî hem Şaredariya Bajarê Mezin hem jî Gerînendetiya Sporê ya Bajêr di vî warî de bi karekî gelek baş radibin.”

“Ew ê welatê me, miletê me temsîl bikin”

Walî Su, aşkere kir ku heta niha 6 hezar xwendekaran li kursa melevaniyan dewam kiriye û weha axivî:

 “Xwendekarên keç, kur û yên astengdar hene. Keç, kur em hewl didin li vê derê hemûyan hînî melevaniyan bikin. Piştî 4 hefteyan ev tev hînî avjeniyê dibin û ev xwendekarên me siberoj dê hinek ji wan bibin şampiyonê Tirkiyeyê, hinek dê bibin şampiyonên navneteweyî. Ew ê welatê me, miletê me temsil bikin. Em ê xebatên weha bidomînin. Ez ji zarokên me re serkeftinê dixwazim.”

Walî Su, diyar kir ku melevangehên aydê Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînendetiya Ciwanan û Sporê ya Bajêr hin rojên hefteyê ji bo her kesî vekirine.

Piştî axaftinê Walî Su, kelûpel belav kirin û bi xwendekaran re foto kişand.

Di bernameyê de Sekreterê Giştî Abdullah Çiftçî û kursiyer jî amade bûn.

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30