DÎSKÎ her roj kanalîzasyonan paqij dike

 

 

 

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo binesaziya bajêr 4 demsalan bê kêmasî bixebite xebata paqijiyê li xeteka 1,5 milyon metro dimeşîne.  

Ekîbên DÎSKÎyê, li 4 navçeyên navendê li ser 1 milyon û 118 hezar û 210 metro xeta kanalîzasyonê û 328 hezar û 947 metro xeta ava baranan bi 62 xebatkaran kontrola bi giştî xeteka 1 milyon û 447 hezar û 157 metroyî pêk tîne.

Ekîb, lê dixebitin ku li seranserê salê di demsala bihar û zivistanê de ligel barîn û şiliyê di xetên ava baranê û baravê de çi pirsgirêk çênebin.

Ekîbên Paqijiyê, her roj li deverên cuda cuda izgarayên xetên ava baranan û yên kanalîzasyonan paqij dikin. Lewra hema bêje rojekê bi giştî nêzî 60 izgarên ava barînan tên paqijkirin.  

Ekîbên DÎSKÎyê, her roj nêzî 40 derbankên kanalîzasyonan paqij dikin. Her weha ekîb her roj nêzî 2 hezar û 500 metre bi vîdanjoran ve boriyên xeta kanalîzasyonê paqij dikin.

“Gilêşan davêjin hundirê kanalîzasyonan”

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, bang li welatiyan kir ku çop û gilêşan neavêjin nav xeta kanalîzasyon û xetên ava baranan.