Li Diyarbekirê ji bo “mirtiban” girêbestek hate îmzekirin

Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, beşdarî îmzekirina protokola ji bo projeya 6 kelekên bi ceyran û îstîhdamkirina 100 jinên mirtib ku wek “dom” tên naskirin, bû.

Su, di projeya bi desteka Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ve hatiye amadekirin de axivî û got, Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê ji bo geşedana aborî û civakî ya herêmê xebatên gelekî giring bi pêş xistine.

Walî Su, der barê projeyên heta îro hatine pêşxistin de agahî dan û got, heta îro ji 41 projeyî 282 milyon û 8 hezar lîra destek hatiye terxankirin.

Walî Su, bal kişand ser giirngiya van herdu projeyan û got, navçeya Gêlê van demên dawîn di warê turîzmê de pêşketineke baş li xwe girtiye.

Walî Su, bi bîr xist ku ev navçe bi goristana pêxemberan, bi keleha Asûrê van pêlên dawîn bûye cihê seredana turîstên xweyanî û biyanî û got, turist dikaribûn bi kelehên xwedî ardûya fosil li ser golçeya wê geryanê bikin.

Walî Su, bi bîr xist ku ev golçe ji bo ava vexwarinê ya Diyarbekirê serçaviyeke giring e lewra ji meha nîsanê ve ye seferên bi van kelekan hatine rawestandin û got, bi projeyeke hevbaş a ligel Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê wan 6 kelekên bi ceyranê dixebitin dane ber xizmetê.

Walî Su, weha axivî:

 “Ev proje giring e. Lêçûna vê projeyê 14 milyon û 479 hezar û 45 lîra ye. 11 milyon û 483 hezar û 136 lîrayê wê me bi desteka wezaretê hilda. 2 milyon û 895 hezar û 809 lîrayê mayî jî ji kîsê me ye. Em cîhazekê dikirin bi wê em ê qelîteya ava golçeyê seh bikin. Bi vî awayî em ê aveke paqij ji bo bajêr durist bikin. Ji aliyê din ve jî em ê kelekvaniyeke jîngehdost bixin ber xizmetê ku tu zirara wê bo xwezayê çênabe.”

Jinên "mirtib" tên îstîhdamkirin

Su aşkere kir ku ji bo mirtibên ku grûbeke dezavantaj a civakê ye projeyek hatiye amadekirin û got, em ji bo komên bi dezavantaj projeyên cur bi cur bi pêş dixin.

Walî Su, weha axivî:

 “Em projeyekê ji bo welatiyên Roman ku bi navê “mirtib” têne naskirin projeyekê amade dikin. Bi vê projeyê re ji bo sektora tekstîlê dê xebatkarên şareza bêne gihandin em ê 100 jinên doman di vî warî de perwerde bikin. Jinên 18-35 salî piştî di perwerdeyê re derbas bûn û di vê sektorê de bixebitin. Butçeya vê projeyê 1 milyon û 339 hezar û 700 lîra ye. Nêzî 1 milyon û 205 hezar û 730 lîrayê wê dê wezaret bi stû xwe ve bigire û 133 hezar û 970 lîrayê jî dê ji aliyê me ve bêt terxankirin.”   

Piştî axaftinê di navbera Walî Alî Ihsan Su û Sekreterê Giştî yê Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê Hasan Maral de girêbest hate îmzekirin.