Şeqamên Heskîf, Newroz û Azadî hatin qîrkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Baglarê karê asfaltkirina cadeya Heskîf, Newroz û Azadî bi encam anî û ew xistin ber xizmeta welatiyan.  

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo derfeteke xweştir a hatûçûnê bo şêniyan dabînbike xebatên xwe didomîne.  

Di çarçoveya xebatê de cadeya Heskîf ku 1370 metre dirêj e û 25 metre fireh e 2 hezar û 700 ton karê qîrkirinê lê hate kirin.

Li ser cadeya Azadî jî ku 600 metre dirêj e û 25 metre pan e 1250 ton zift lê hate darêtin.

Heçî li cadeya Newroz e ku dirêjiya wê 2 hezar û 200 metre ye û paniya wê 30 metre ye 10 hezar ton qîr lê hate darêtinê û ev her cade ji bo hatûçûnê amade bûn.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, piştî xebatên asfaltkirina ser cadeya Heskîf û Newrozê bi dawî anîn xebata peyzajê li refûj û peyarêkên van cadeyan pêk anî.

Ekîban, piştî biencamanîna xebata refûj û peyarêkan li cadeya Azadî xebatên dar çandin û şînkirinê meşand.