Seyrangeha ber şetê Dîjleyê amade dibe

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên li ser çêkirina Tavgeha Yenîşehrê ku têt çaverêkirin bibe cihê gelek heşkeft û çalakiyên hunerî ber bi qedandinê ne.

Şaredariya Bajarê Mezin, li deverên cihê cihê yên bajêr qadên hêşîn û seyrangehan dabîn dike da ku welatî tevî malbatên xwe demeke xweş lê derbas bikin. 

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, Seyrangeheka Şaredariya Bajarê Mezin a li ser rêya Mêrdînê ku ev demeke dirêj e nayê bikaranîn, ji nû ve birêkûpêk dike.

Seyrangeh li ber keviya Şetê Dîjleyê li ser 201 hezra metrekareyê cî digire ji bo xizmeta welatiyan têt vekirin û xebatên çaksaziya wê ber qedandinê ne. 

Baxçeyê Gulan hate çêkirin

Ekîban 5 hezar lewente li seyrangehê çandin, 10 hezar gulên rengorengo jî çandin û gulistanek di nav seyrangehê de çêkir.  

Her weha di nav seyrangehê de yarîgeh bo zarokan, rêyên peyasekirinê, qadên futbol, voleybol, basketbolê hatin nûkirin, korta tenîsê hat dabînkirin û li cihê otoparkê 8 hezar kevirê parke hatin danîn.  

Seyrangeh bi şev jî ronî ye

Ji bo bi şevê jî şênî karibin ji seyrangehê sûdê werbigirin, ekîban 45 stûnên dekoratif û 15 stûnên ronîkirinê cîbicî kirin.

Her weha 15 lempeyên berê yên li Seyrangeha Şaredariya Bajarê Mezin ku bêserober bûbûn, hatin nûkirin.

Bo jinan cihê avjeniyê

Melevangeha li seyrangehê dê ji bo jinan xizmetê bike.

Germa havînê jin, piştî westiyana rojê dê karibin biçin di melevangeha vê seyrangehê de xwe honik bikin.