Â
Xwendekarên di Şevewara Keçikan de dimînin û ji Akademî Lîseya bin banê Şaredariya Bajarê Mezin piştgiriya perwerdeyê standin, 85 ji wan zanîngeh bi dest xistin.
Xwendekarên di Şevewara Keçikan de dimînin û ji Akademî Lîseya bin banê Serokatiya Daîreya Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin piştgiriya perwerdeyê standin, di ezmûna YKS ya sala 2022ê de bi ser keftin û 85 ji wan ketin zanîngehê.
Fakulteya tip, dermanvanî û hiqûqê
Di ezmûna zanîngehê de 790 xwendekarên di Akademî Lîseyan de xwe amade dikin zanîngeh bi dest xistin.
Ji van xwendekaran 361ê wan zanîngeha tip, dermanvanî û hiqûqê bi dest xwe ve xistin û 429ê wan jî ketin bernameyên pêşlîsansê.
Akademî Lîse, ligel dersên amadekariya ji bo zanîngehê her weha di warê çêkirina pirsan de jî rêberîyê ji şagirtan re dike.
Xwendekarên Şevexwara Keçikan
Şaredariya Bajarê Mezin, li mêvanxaneya xwe ya şevewar, ji bo zarokên keçîn ên gund û derakî yên malbatên wan destteng malovaniyê dike û ji 100 xwendekarên şevewarê 61ê wan zanîngeh qezenc kir.
Ji xwendekaran 38ê wan beşa tipe, eczavanîyê û hiqûqê bi dest xistin û 23ê wan jî ketin beşên bernameyên pêşlîsansê.