“Roja Hunerê ya Pasûra Diyarbekirê” birêve çû

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi şahiyek ji bo gelê Pasûrê li dar xist û tê de nimayîşa bandoyê, dîwana dengbêjan û stranan pêk anî.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatiyên li gund û taxên veder helkeftên çand û hunerî li dar dixe.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bernameya “Roja Hunerî ya Pasûra Diyarbekirê” li dar xist û bername bi lêxistina nimayîşa bandoyê dest pê kir.

Piştî nimayîşa bandoyê li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mehmet Akîf Ersoy dîwana dengbêjan hate danîn û stran hatin gotin.  

“Em pê xweş in ku li Pasûrê ev bername çêdibin”

Umut Zengîn beşdarî bernameyê bû, got ku ew gelekî pê xweş in ku li Pasûrê ev roja hunerî hate lidarxistin.  

Zengîn diyar kir ku bernameyên weha zêde nayêne lidarxistin û weha axivî:

 “Ev şev ji bo me şeveke gelek xweş bû. Hingî li navçeya me bernameyên weha çêdibin em kêfxweş dibin. Her weha em gelekî bextewar in ku em çanda xwe li vir dijîn. Ji ber vê ez spasiya Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Pasûrê dikim.”

Fatma Kartal jî got, “li navçeya me bernameyên weha zêde nayêne lidarxistin, ez dixwazim ev cure bername bêne dewam kirin. Me rojeke xweş borand, bila dewama wê bête lidarxistin.”