Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên malbatên wan destteng ku nikarin havînê biçin tatîlê kampeke maweyê 10 hefteyan li dar xist û 1200 kesî ji vê kampê sûd wergirt.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo serdema bêhnvedana havîna 2022ê li Gezîna Xarpêtê kampa “Ciwanan” pêk anî.
Kamp li Tesîsên Şaredariya Bajarê Mezin li Gezîna bi ser Madena Xarpêtê hate lidarxistin û di kampa îsal de 1200 kes amade bûn.
Her hefte qefleyeke 120 kesî ji xwendekarên malên zanînê ji bo vê kampê hatin wergirtin.
Zarok hem şa bûn hem fêr bûn
Di kampê de ji aliyê perwerdekarên pispor ve semîner hatin dayîn, atolyeyên wêne, şiyanên destî, govend, muzîk, drama, xwendin, sinema, drama afrîner, ritim û robotîkê hatin lidarxistin.
Di kampê de her weha helkeftên bi kêrî pêşketina bedenî û zîhnî ya zarokan tên, mîna melevanî, futbol, basketbol, kişik û voleybolê jî hatin pêkanîn.
Rahênana şewatê hate kirin
Serokatiya Daîreya Îtfaiyê, ji zarokan re der barê cureyên agirpêketinê û rêgezên vemiriandinê de agahî dan û rahênan kirin.
Şev xatirxwestinê
Her qefleyek 5 rojan li kampê man û di roja dawî ya kampê de şahiya şeva xatirxwestinê hate lidarxistin.
Di vê şevê de zarokan, agirê kampê vêxist, li ber muzikê govend xweş kir û hunerên xwe yên li maweyê kampê elimîn pêşkêş kirin.
“Kmapa me gelek xweş bû”
Mehmet Yuce 15 salî ye û di Akademî Lîseya Sûrê de dixwîne, got ku ew ligel hevalên xwe yên Akademî Lîseya Ali Gaffar Okkan û Silvan El-Cezerî beşdarî kampê bûye.
Yuce diyar kir ku di kampê de xebatên sportîf ên wek avjenî, basketbol, futbol û voleybolê lîstine û weha axivî:
“Hefteyek me li vir kamp kir, gelek xweş derbas bû. Ji ber ev derfeta ji me re terxan kir, em spasî li Şaredariya Bajarê Mezin dikin.”