Li Cadeya Abdulkadir Aksu 349 dar hatin çandin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li Cadeya Abdulkadir Aksu ya li nav sînorên navçeya Peyasê ji cur û celebên cihê cihê 349 dar çikilandin.

Şaredariya Bajarê Mezin, di sala 2022ê de projeya “Hê Bêhtir Hêşînahî Henaseyeke Çêtir” da destpêkirin û bi vê mebestê dest bi danîna ajarên daran kir, bi vê boneyê li Cadeya Abdulkadir Aksu ya li nav sînorên navçeya Peyasê ji cur û celebên cihê cihê 349 dar danîn.

Ekîbên bi ser Serokatiya Park û Baxçeyan, ji bo çandina daran refûj û peyarêk bi axê dagirt û paşê dest bi çandina wan daran kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo Diyarbekireka hê hêşîntir dê bi xebatên çandina ajaran daran berdewam be.