“Pêşbirka Wêneyan 4 Demsal Diyarbekir” ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin têt lidarxistin û ji bo Xelata Mezin ji 50 bajaran fotografkêşên amator û pispor serlêdan kir.
Serokatiya Daîreya Çap Weşan û Têkiliyên Gel sala par meha Mijdarê ji bo pêşandana berhemên wênegirên amator û pispor platforma "Herdu Çavên Min Diyarbekir” saz kir, niha ev platform “Pêşbirka Wêneyan 4 Demsal Diyarbekir” li dar dixe, serlêdanên vê pêşbirkê temam bûn.
Ji 460 fotohezan, 1601 foto
Pêşbirk bi hevkariya TFSFê têt lidarxistin serlêdan heta 30ê îlona 2022ê bû û ji bo pêşbirkê ji Colemêrgê heya Stenbolê ji Trabzonê heta Antaqyayê ji 50 bajarî 460 wênegiran, bi 1601 berheman serlêdana xwe pêk anî.
Jurî ji bo hilbijartina wêneyên herî serkeftî di 16ê mijdarê de kom dibe û dê berhema herî serkeftî destnîşan bike. Kombûna nirxandinê ya jurîyê dê li ser malpera Youtube ya Şaredariya Bajarê Mezin bi rastexwe bêt weşandin.
Serkeftiyê yekê dê 50 hezar, duyem 30 hezar, sêyem 20 hezar lîre xelatê werbigire û ji bilî vana dê ji bo 30 wêneyên herî baş jî her yekê hezar lîre xelat bêt pêşkêşkirin.
Piştî encamên pêşbirkê hatin aşkerekirin dê dîroka pêşandana wan ya li Birca Keçikê jî bêt aşkerekirin.
Serkeftiyên mehê tên xelatkirin
Piştî Herdu Çavên Min Diyarbekir ji raya giştî re hate aşkerekirin dê serkeftiyên mehê jî bên diyarkirin, ji kanûna 2022ê ve ye nêzî 33 hezar foto li ser platforma ku 5 hezar endamên wê çêbûne, hatine barkirin.
Bi sedema ku wan bi fotoyên xwe yên li platformê barkirî bi mebesta ku dîrok, çand û bedewiyên bajêr dane naskirin dê ev xelat bên dayîn.