Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Abdullah Çîftçî, bi werzişvanên ku dê li bajarê Sevillaya Îspanyayê nûnertiya Tirkiyeyê bikin re hat bal hev.
Sekreterê Giştî Çîftçî, werzişvanên ku beşdarî Kampa Tîma Neteweyî ya ku li Zanîngeha Dîcleyê di navbera 01-31ê Çileya 2023an da di çarçoveya amadekariyên Olîmpiyada 2024an a Parîsê da hatibû destpêkirin, ezimandin.
Çîftçî li tesîsa civakî ya Diyar-î Lezzet a Şaredariya Bajarê Mezin li Pira Dehderî bi werzişvanan re hat cem hev, bi werzişvanan re sohbet kir û ji wan re serkeftin xwest.
Werzişvanên neteweyî yên Diyarbekirê Meryem Bekmez, Ayşe Tekdal û Leyla Işik jî di kampa ku 22 werzişvanên pilebilind beşdar dibin de cih digirin.