Pira Şîrnas-Xerzika 3 navçe gihandin hev

 

Pira ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê çêkir, rêya navbera Pasûr, Farqîn û navçeya Sasonê ya Êlihê 60 kîlometre kurttir kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, li gelek nuqteyên navenda bajar û navçeyan xebatên ji bo sewqiyata bi qelîte û rehet peyda bike, didomîne.

Midûriyeta Koordînasyona Çêkirina Rê û Binesaziyê di navbera taxên Şirnas û Xezika yên navçeya Pasûrê de rêbendeka pevgirêdanê çêkir.

Di çarçoveya xebatan de pireke 7 metre dirêjiya wê 70 metre, firehiya wê 10 metre û bilindahiya wê jî 6 metre û nîv hate çêkirin. Ji bo ku pire xurt û demdirêj bibe, 98 kaxozên 80 cm lê hatin dabînkirin.

Pira Şirnas-Xezika ku ket ber xizmetê, girêdana navbera Pasûr, Farqîn û navçeya Sasonê ya Êlihê pêk anî. Pirê li navçeya Pasûrê û van navçeyan rêyên 10 taxan bi hev ve girêda.

"Em wek gelê herêmê pir kêfxweş in"

Muxtarê Taxa Şirnasê Mehmet Ahmet Ahmetoglu, anî ziman ku piştî pira daleqandî ya ku di sala 1969an de hat çêkirin xera bû, bi salan 60 kîlometre rê geriyane.

Muhtar Ahmetoglu wiha got:

“Weke niştecihên taxa Şirnasê ji bo ku em biçin Xezikê me 60 kîlometre rê kuta dikir. Nebûna pirê ne tenê pirsgirêka gundan bû, pê re li sêgoşeya Êlih, Farqîn û Pasûrê gihaneke pir girîng hate çareserkirin. Weke gelê herêmê, em gelekî pê kêfxweş in, Xwedê, mala her kesê ku keda wan di ber de heye ava bike.”

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30