“Em di xizmeta Diyarbekirê de ne”

 

 

Di bin serokatiya Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Abdullah Çîftçî de, civîneke nirxandinê hat lidarxistin û li ser proje û xizmetguzariyên ku dê di sala 2023an de bên kirin, hatin gotûbêjkirin.

Civîn bi beşdariya serokên daîreyan li Salona Meclîsê ya Şaredariya Bajarê Mezin pêk hat, xebatên di sala 2022an de hatine kirin û der barê xizmetguzariyên têkildarî projeyên ku dê di sala 2023an de bên kirin nirxandin hatin kirin.

Di civînê de hemû xebatên di warê çand û xizmetên civakî de, ji xebatên çêkirina rêyan heta veberhênanên park û baxçeyan, ji xizmetên gundan heta xizmeta malbat û jinan, ji xebatên ciwanan heta çand û xizmetên civakî nîqaş li ser hatin kirin.

Sekreterê Giştî Çîftçî, diyar kir ku ji bo xizmeta bajêr ew bi rûmet in û got, "Em bi Alîkarên Sekreterê Giştî û Serokên Daîreyên Şaredariya Bajarê Mezin re di xizmeta Diyarbekirê de ne."

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30