Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Diyarbekirê, li ser îxbarên xirabûna av û kanalîzasyonê yên ku bi rêya "ALO 153"ê hatine wergirtin, tavilê di amadebaşiyê de ye.
Ji bo binesaziya Diyarbekirê xizmetên mayînde bikin, ekîbên DÎSKÎyê yên ku bi plansaziyek ro 24/7 dixebitin, ji bo binesaziyek bê pirsgirêk dixebitin.
DÎSKÎ giliyên welatiyan ên der barê binesazî û ava vexwarinê de yekser dinirxîne û pirsgirêkên wan çareser dike.
Li navçeyên Yenîşehîr, Baglar, Peyas û Sûrê ekîb her hefte midaxeleyî 266 arîşeyên kanalîzasyon û ava vexwarinê dikin ku ji aliyê ekîbên wan ve tên tesbîtkirin û demildest di hewara giliyên welatiyan radibin.
Alo 153 her dem di xizmeta we de ye
Giliyên welatiyan bi rêya "ALO 153" têne wergirtin û demildest ji yekîneyên eleqedar ên Midûriyeta Giştî ya DÎSKê re tên şandin.
Ji bo welatî di pirsgirêka ava vexwarinê û kanalîzasyonê de mexdûr nebin, ekîb bêyî ku têgihîştina dema zêde hebe, 24/7 xebatên pêwîst dikin û xwe digihînin cihê arîşe lê heye.