Â
Salnameya çand û hunerê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo meha Remezanê amade kirî, hat aşkerekirin.
Di çarçoveya "Demsala Çand û Hunerê ya Sezai Karakoç" de, Salnameya Çalakiyên Çand û Hunerê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin ji bo meha Remezanê amade kiriye, dê têrtijî be.
Di salnameya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ve bi dirûşma "Remezan li Diyarbekirê cuda ye" amade kiribû, di bin navê sohbetên Remezanê de rêze hevpeyvîn û ji bo zarok û mezinan jî çalakiyên şanoyê hene.
Di hefteya dawî ya Remezanê de dê li Mizgefta Mezin Nimêja Terawîhê ya bi Şêweya Enderunê bê kirin. Bi vegotina çîroknûsê navdar "Yusuf Duru" 2'ê Nîsanê saet di 12:00 de li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç ji bo zarokan pêşandana Çîrokên Meddah tê pêşandan.
Ji xeynî Rafadan Teyfa, hemû çalakiyên şanoyê dê bi vexwendinê û bêpere bên lidarxistin. Vexwendname ji Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç tên wergirtin.