Xizmeta otobûsan bo Taxa Qerenazê dest pê kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li ser daxwaza welatiyan di navbera "Otogara Navçeyan a Rojhilatê – Qerenaza Yenîşehîrê " de sefera otobûsan da destpêkirin.

Ji bo welatiyên li taxên gundewarî dijîn karibin pêdiviyên xwe yên nexweşxane, perwerde, bazirganî û veguheztina navenda bajêr bi awayekî ewle û rehet pêk bînin, Midûriyeta Gihandinê rêyeke zêde çêkir.

Di rê de ji bo Otogara Navçeyan Rojhilatê – Taxa Qerenazê ya Yenîşehrê rojê du caran (bi 1 wesayit) xizmeta sewqiyata gel dest pê kir.

Rêya ku 32 kîlometre dirêj e wiha ye:

Otogara Navçeyan Rojhilatê – Bulvara Mehmet Akif Ersoy - Akkoyunlu Cad. - Koşuyolu - Batıkent - Bayramoğlu - Karên Giştî - Tesîs -Ninova AVM. - Xaçerêya Seyrantepe - Elezîz Cad. - Sê kanî - Dökmetaş - Alpu -Yaytaş –Qerenaz.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31