Â
Â
Werzişvana Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Kayra Yarar, di Pêşbirkên Nîvfînalê yên Koma Stêrkên Tekwandoyê yên Nav Dibistanan de ku di navbera 21-23ê Gulanê de li Sêrtê hat lidarxistin de, madalyaya tûncê wergirt.
Kayra Yarara ku di Dibistanên Sporê yên Azad ên ku di bin banê Serokatiya Daîreya Ciwan û Werzişê de dixebitin hat keşfkirin û anîn Kuluba Belediyesporê ya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, di kategoriya stêrkên 33 kîloyî de bû sêyemîn.
Kayra ji bo beşdarî pêşbirkên fînalê yên tekwandoya werzîşê ya dibistanan a ku dê di 6-8ê hezîranê de li Tokatê bê lidarxistin, bi pileya ku bi dest xistibû, bû.