Walî Alî Îhsan Su serdana navenda perwerde û teknolojiyê ya nû kir

 

 

Waliyê Diyarbekirê û Alîkarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Alî Îhsan Su, Navenda Zanistê ya Cezerî ya Mala Zanînê ya Alî Emîrî ku li Parka Koşuyoluyê ye ziyaret kir.

Walî Su ku der barê xebatên Navenda Zanistê ya Cezerî ya Alî Emîrî ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ve ji bo tevkariyê li perwerdehiya zarok û ciwanan bike anîn Diyarbekirê, ziyaret kir.

Walî Su destnîşan kir ku ev navend dê bibe navenda perwerdehî û teknolojiyê ya Diyarbekirê û got ku dê ji xwendekaran re perwerdeya bingehîn bê dayîn û her wiha dê kursên nermalavê û kodkirina robotan bên dayîn.

Qeydên xwendekaran ên Navenda Zanistê ya Cezerî ya Alî Emîrî Cezerî ku beriya demekê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bi dawî bû, dewam dikin.

Serdana DÎSMEK'ê

Pişt re Walî Su çû Navenda Qursê ya Parka Goletli ya DÎSMEKê û bi perwerdekar û mamosteyan re rûnişt.

Walî Su li navenda ku qursên hunerî û pîşeyî yên bêpere organîze dike ziyaret kir û xebatên perwerdekar û xwendekaran çavdêrî kir.

Walî Su bi xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin re ku ji bo xizmeteke baştir bidin bajêr xebatên xwe didomînin re hevdîtinan pêk tîne.

Walî Su yê ku Midûriyeta Dabînkirin, Temîrkirin û Çakkirina Makîneyan a di bin banê Serokatiya Daîreya Lêgerîna Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê da ziyaret kir, ji karmendan re sihetxweşî xwest.

Walî Su di daxuyaniya xwe de got, "Em li her qadê xebatên xwe bi xurtî didomînin, yekîneyên me jî bêyî ku kêm bibin xebatên xwe didomînin."

Di serdana Walî Su de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî û serokên daîreyan jî amade bûn.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31